PeyamaKurd – Rojnama Amerîkayê Wall Street Jounnal nûçeyekî belav kir û nûçeya xwe bir ser agahiyên rêvebirekî Amerîkayê ku navê wî nedaye, eger Îran peymana sala 2015 an qebûl neke, Amerîka li ser alternatîvan digere da zorê bide Îranê. Di rêza pêş de xwuya dike ku Îran petrolê difroşe Çînê û bo berlêgirtina firotina petrolê bo Çînê, dê bêhtir astengiyan bo Îranê derxe.
Hedefa Amerîkayê bêhtir ew e ku Îran rojane 1 mîlyon varêl petrolê difroşe Çînê û dê tora şandina petrolê bêhtir asteng bike da dahata Îranê bibire. Rêvebirê Amerîkayî gotiye:
“Zêde cûreyên dorpêçan nemaye ku deynin ser Îranê. Xelata herî mezin ew e ku Îran petrolê difroşe Çînê.”
Li gor rêvebirê Amerîkî niha Amerîka vê alternatîvê li rexekî daye rawestandin.
Muzakereyên li Viyanayê bi sedema Îbrahîm Reîsî yê muhafazakar li Îranê bûbû serokkomar, di 19 ê hezîranê de asteng bûbû. Reîsî gotibû eger bi firehî dorpêç ji ser Îranê ranebin, dê îran xwe nede ber peymana nukleerî.
Amerîkayê ragihandibû ku heya heyayê dê müzakere dewam nekin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin