PeyamaKurd – Çekdarên DAIŞê li nêzîkî gundê Ellos li başûrê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê, êrîşî karmendekî Encûmena Sivîl a Şeddadê kirin û ew kuştin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova (SOHR) diyar kir, roja 13ê Cotmehê li nêzîk gundê Ellos li başûrê Heseke ya Rojavayê Kurdistanê, çekdarên DAIŞê êrîşek pêk anîn.
Herwiha eşkere kirin, du çekdarên DAIŞê ku li ser motorsîkeletekê bûne, li sînorê bajarokê Şeddadê li başûrê bajarê Hesekê gule berdane karmendekî Encûmena Sivîl a Şeddadê yê bi navê Mihemed Bozan û di encam de wî kesî can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin