PeyamaKurd – Li parêzgeha Enbarê terorîstên DAIŞê ji 5 aliyan êrîşî milîs û hêzên Iraqê kirin û di encamê de 4 serbazên Iraqê hatin kuştin, 3 terorîst jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên medyaya Iraqê belav kiriye, çekdarên rêxistina terorîstên DAIŞê do êvarî derengiya şevê, li derdora Sersar li parêzgeha Enbarê, êrîşî hêzên Iraqê û milîsan kirine.
Herwiha li gor zanyariyên DAIŞê, ji 5 aliyan êrîş pêk aniye û di encama wê êrîşê de 4 serbaz û milîsên Iraqê hatine kuştin û 3 çekdar jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin