PeyamaKurd – Hikûmeta Hewlêrê êrîşa li dijî hêzên Amerîkî li Urdinê ku bû sedema kuştina 3 leşkerên Amerîkî şermezar kir û daxwaza çareseriyeke aştiyane kir.
Hikûmeta Kurdistanê êrîşa doh li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li ser sînorê Urdin û Sûriyê ku bû sedema mirina 3 leşkerên Amerîkayê, şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Herêma Kurdistanê piştgiriya belavbûna şer û aloziyan li Qraliyeta Urdinê nake û hat gotin, "Divê aramiya herêmê bê parastin."
Bang hat kirin ku alozî bi dawî bibe û hemû pirsgirêk bi rêyên aştiyane bên çareserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin