PeyamaKurd – Hate ragihandin li bakurê rojhilatê welatê Çînê di kaneke komirê de qeza çûbûye û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest daye.
Li gorî zanyariyan, di kana Kunyuan a li bajarê Jixi yê eyaleta Heilongjiangê de, du vagonên bar li hev ketine û qulibîne.
Hate ragihandin ku di encama qezayê de, 12 karkerên kanê can dan û 13 jî birîndar bûn. Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin