Di navbera Hewlêr û Dîlokê de seferên rasterast dest pê dikin

Di navbera Hewlêr û Dîlokê de seferên rasterast dest pê dikin

PeyamaKurd - Berpirsê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê eşkere kir ku hefteya bê geştên rasterast yên di navbera Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê û bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê de dest pê dikin.

Berpirsê Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji medya Kurdistanê re ragihand, 24ê Çileyê 2022yan hêla asmanî di navbera Hewlêr û Dîlokê de tê vekirin.

Ehmed Hoşyar da zanîn ku wê her hefte du geşt bên kirin di navbera wan bajarên Kurdistanê de û hemû amadekarî ji bo destpêkirina firînên rasterast hatine kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin