Peyamakurd - Di hilbijartinên kongre û meclîsa nûneran a Amerîkayê de, Eliot Engelê ku piştgirî dabû referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an wek Serokê Komîteya Karûbarên Derve ya Amerîkayê hat destnîşankirin.
Di hilbijartinên 6ê Mijdarê de, Demokratan piştî 8 salan ji nû ve serdestiya Meclîsa Nûneran bi dest xistibû.
Senator Eliot Engelê ku wek serokê komîteya derve hat hilbijartin, piştgiriya xwe ya bo Kurdan wiha diyar kiribû: “Hezkirineke min a zêde bo Kurdan heye, lewra ew xwediyê erda xwe ne.”
Eliot dema referandûmê jî gotibû, “Kurd ev bi deh salan e li benda kampanyayeke wiha bûn. Ev tiştekî mirov pê şaş bimîne ye. Kurd dixwazin çarenivîsa xwe diyar bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin