Demirtas vekisîna xwe ya ji siyaseta aktîf ragihand

Demirtas vekisîna xwe ya ji siyaseta aktîf ragihand

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku ji sala 2016an ve li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, piştî nivîsa xwe rexneyên tund a binketina HDPê di hilbijartinan de, îro 31ê Gulanê ragihand ku ew dest ji siyaseta aktîf berdide.

Selahatin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê beşek ji hevpeyvîna xwe ya ku sibe 1ê Hezîranê di ArtîGerçekê de tê weşandin parve kir û got: “Di vê qonaxê de dest ji siyaseta aktîf berdidim.”

Selahattîn Demirtaş wiha got:

“Silav. Ez ji hevpeyvîna xwe ya ku sibe di Artî Gerçekê de tê weşandin du paragrafan bi we re parve dikim:

Li ser navê xwe lêborîna xwe dixwazim, ji ber ku min nekarî siyaseteke layiqî gelê me bimeşînim. Ez soz didim ku bi xebatên xwe yên pratîkî ez ê van kêmasiyan çareser bikim.

Herwiha, spasiya rexneyên çêker ên li min têne kirin dikim. Ez ê hewl bidim ku ji rexneyan sûdê werbigirim. Ez ê weke hemû hevalên xwe girtîgehê têkoşînê bi berxwedanê bimeşînim, di vê qonaxê de jî dest ji siyaseta aktîf berdidim.

Silavên xwe yên rêhevaltiyê ji we hemûyan re dişînim. We hemûyan bi hesret hembêz dikim. Bi hêviya dîtina we di rojên azad de.” 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin