COVID-19 | 12 mirin û 372 pêketinên nû hatin tomarkirin

COVID-19 | 12 mirin û 372 pêketinên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê di nav 24 saetên borî de, 12 mirin û 372 pêketinên vîrusa koronayê hatin tomarkirin ku ev du hefte ne hejmarên mirin û pêketinan bi rêjeke baş kêm bûne.

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 7ê Kanûnê de ragihand; di 24 demjimêrên borî de 372 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 12 kesan jiyana xwe ji dest daye. Herwiha hat diyarkirin ku 176 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan li seranserê Herêma Kurdistanê gihîşt 98.858 kesan, ya mirinan bû 3.234 kes û heta niha 62.464 kes jî ji nexweşiya Covid-19 baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin