Li Soran fermangeha pasaportan bi fermî hat vekirin

Li Soran fermangeha pasaportan bi fermî hat vekirin

PeyamaKurd -  Îro li bajarê Soran bi amadebûna Wezîrê navxwe yê hikûmeta herêmê, parêzgarê Hewlêrê, qaymeqamê Rewandizê ve fermangeha pasaportan a Soran hat vekirin.

Îro Duşemê (18.11.2019) Wezîrê Navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed li gel parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî di civîneke rojnamevaniyê de li bajarê Soranê aşkera kir: ‘

’Îro bi amadebûna hemû aliyên peyvendîdar û nûnerê Wezareta Navxwe ya hikûmeta Iraqê ve, fermangeha pasaportan a Soran em vedikin û ev yek kar asan dike bo hemwelatiyên sînorê Mêrgesor, Rewandiz, Çoman û qeza navendî ya Soranê û sûd ji xizmetên vê fermangehê dê wergirin.’’

Rêber Ehmed herwiha got: “Bo vekirina vê fermangehê gelek kesan hewl daye û westiyan di ber de û hemahengiyek pir baş li gel wezareta navxwe ya Iraqê hebûye û tîmek vê derbarê de alîkar bûn. Bê guman li sê navçeyên din jî bi çavdêriya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve dê bên vekirin û pêwîste xizmet bilez pêşkeşî hemwelatiyan re bê kirin û îro ev fermangeh tê vekirin û hêvîdarim sûd lê bê dîtin û hemwelatî alîkar bin vê derbarê de.”

Herwiha parêzgerê Hewlêrê Firset Sofî jî got: “Vekirina fermangeha pasaporta Soran yek ji destkevtên vê kabîneya nehem a hikûmeta herêma Kurdistanê ye vo sînorê qezayên Çoman, Rewandiz, Mêrgesor û Soranê. Em pir spasiya wezîrê navxwe û parlamenteran li Bexdayê û hemû aliyên ku bû sedem em vê rojê bibînin dikin. Herwaha ev fermangeh bar sivikiye bo hemwelatiyên vê deverê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin