PeyamaKurd – Parlamentarê berê yê HDPê Altan Tan û Parlamentarê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu, îro Yekşemê çûn serdana mezelê Mele Mistefa Barzanî.
Altan Tan û Ensarîoglu ku ji bo beşdariya Foruma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) 2 roj in li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê ne, doh Şemiyê jî serdana perestgeha Laleşê kiribûn.
Îro jî Tan û Ensarîoglu, serdana bîrdariya şehîdên Enfalê û gora nemir Mele Mistefa Barzanî kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin