PeyamaKurd - Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê ragihand ku wek şanda Herêma Kurdistanê li gel Wezareta Darayî ya Îraqê li hev kirine.
Serokê Dîwana Civata wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, “Em bi Wezareta Darayî ya Îraqê gihiştin rêkeftinekê, lê divê ev rêkeftin biçe cem serokwezîr û dûre ji ba wî ve jî biçe parlemanê. Em li benda encamên wê yekê ne.”
Umêd Sebah herwiha got, biryar e ew tîma ku wek şanda hikumeta Herêma Kurdistanê seredana Bexdayê kiriye, civîneke rojnamevaniyê encam bide derbarê wan danûstandinan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin