PeyamaKurd – Navenda Lihevanîna Terefên Sûriyê ya Rûsyayê li ser êrîşên fuzeyî yên ji aliyê Îsraîl de bo ser Sûriyê hatin kirin, daxwuyanî da. Navend got ku sîstema Sûriyê ya parastina hewayî ya malên Rûs, Buk-M2E û Pantsir-S, 22 fuzeyên Îsraîlê îmha kirine. Di mijarê de cîgirê serokê navendê Vadim Kulit weha got:
“Hêzên dewriyê yên parastina hewayî yên Sûriyê bi sîstemên di xizmeta Sûriyê de, yên parastina hewayî ku malên Rûsyayê ne yên bi navên Buk-M2E û Pantsir-S an 22 fuzeyan îmha kir. Di nav hêzên Sûriyê de kuştî an birîndar tinene û xesara maddî jî çênebûye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin