PeyamaKurd – Piştî ku Rûsyayê digel hişyariyên welatên rojavayî jî hêzên xwe li sînorên Ûkraynayê bicih kirin, NATO jî kete tevgerê û xwe ji bo destwerdaneke lezgîn re amade kir.
Li gorû rojnameya Die Welt a Almanî, piştî bicihkirina hêzên Rûsî li ser sînorên Ûkraynayê NATOyê jî gava xwe ya pêşî avêtiye û hêzeke krîzê ya girêdayî NATO xwe ji bo destwerdana lezgîn li dijî Rûsyayê amade kiriye.
Rojnameyê diyar kiriye ku hêza NATOyê wê di nava 5 rojan de li herêma aloziyê bicih bibe û niha fermandariya wê ji aliyê Tirkiyê ve tê kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ew hêza NATOyê ji 40 hezar leşkerên endamên NATOyê pêk tê û piştî êrîşa li dijî Kirimê hatibû damezrandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin