PeyamaKurd – Li gor ragihandina medya Iraqê; li bajarê Diyala li devera Eyn Leylayê di navbera artêşa Iraqê û DEAŞ ê de şer derket. Di dema artêş operasyonê dikir ser DEAŞ ê, şer derket û di encamê de 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Leşkerîn birîndar birin nexweşxana Baqûbayê. Hat ragihandin ku 3 endamên DEAŞ ê hatine kuştin.
Her weha li gor ragihandina tora medyayê ya Iraqê; li Çiyayê Hemrînê jî di encama şerê DEAŞ û artêşa Iraqê de, 4 endamên DEAŞ ê hatin kuştin. Operasyona Hemrînê ji aliyê tûxaya 9 û 34 em de hat kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin