Li Almanya operasyona rehîneyan hat kirin

Li Almanya operasyona rehîneyan hat kirin

PeyamaKurd – Li bajarê Almanya li Dresdenê, li devera Prohlisê kesekî 40 salî pêşî diya xwe ya 62 salî kuşt û xwest bikeve radyoya bi navê ‘Radyo Dresen’ê. Piştî nikaribû bikeve avahiya radyoyêi, bi demançê li deriyê radyoyê xist û çû nav dermanxaneyekî û li wê derê 2 kesan rehin girt. Polîs bi operasyonê rehîneyan rizgar kir û kujer girt.

Di wexta operasyonê de polîs dora navenda bazirganiyê ya ku dermanxane tê de bû girt. Ji rehîneyan yek jê zarok bû. Polîs ragihand ku rewşa her dû rehîneyan baş e.

Nehat ragihandin bê kujer çima diya xwe kuştiye û rehîneyan girtiye. Hem navê wî jî nehat aşkerakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin