PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy ragihand ku Civîna Bilind a Ukrayna û Yekîtiya Ewropayê (YE) dê li Kievê were lidarxistin û di vê derbarê de bi Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen re axivî.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Serokatiya Ukraynayê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di axaftina Zelenskiy û Leyen de ji bilî piştgiriya aborî ya ji bo Ukraynayê, biryarên di derbarê Lûtkeya Ukrayna û YEyê de jî dane.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin ku "Aliyan, encamên çaverêkirî yên lûtkeya bê ya Ukrayna û YEyê ya ku di 3yê Sibatê de li Kievê tê lidarxistin nirxandin û li ser xurtkirina xebatên amadekar li hev kirin. Di vê lûtkeyê de dê di çarçoveya berxwedana hevpar û armanca serketinê ya hevpar de gavên nû yên girîng ên îsal bên kurtkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin