Biden: Em hevdîtinên li ser tetbîqatên nukeerî nakin

Biden: Em hevdîtinên li ser tetbîqatên nukeerî nakin

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku Amerîka bi Koreya Başûr re ji bo lidarxistina rahênanên hevbeş ên li dijî gefên navokî yên Koreya Bakur danûstandinan nake.

Li gorî daxuyaniya ku hat dayîn, Biden piştî daxuyaniyên Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol ku gotibû, ‘ew bi Amerîkayê re ji bo plansaziya hevpar û tetbîqatên hevpar ên li dijî gefên nukleerî yên Koreya Bakur hevdîtinan dikin.’ axivî.

Serokê Amerîkayê, di civîna çapemeniyê de li ser pirsa “Gelo herdu welat li ser tetbîqatên nukleerî yên hevpar gotûbêjê dikin yan na?” bersiva ‘naxêr’ da.

Beriya niha, Yoon di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Chosun Ilbo ya welatê xwe de gotibû, "Em bi Amerîkayê re li ser plansaziya hevbeş û meşqên hevbeş di warê kapasîteya navokî de ji bo stratejiyeke bibandor ya berferehkirina rêgirtinê gotûbêj dikin. Amerîka jî li ser vê yekê gelek erênî ye."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin