Îdiaya balkês: Wê 2,5 mîlyon ciwan nikaribin dengê xwe bidin, ji ber…

Îdiaya balkês: Wê 2,5 mîlyon ciwan nikaribin dengê xwe bidin, ji ber…

PeyamaKurd Serokê Şîrketa Lêkolînên Gezîcî Murat Gezîcî di bernameyeke televizyonê ya ku beşdar bû de, derbarê hilbijartinên 2023an de daxuyaniyên balkêş da.

Gezîcî di daxuyaniya xwe ya derbarê roja hilbijartinê de wiha got: “Eger birêz Erdogan bibe namzed divê heta 2yê Sibatê vê yekê bike rêziknameya qanûnî. Li gorî vê rêziknameyê divê di 3yê Nîsanê de hilbijartinê bike. Hilbijartin di 18ê Hezîranê de bi awayekî fermî pêk tê, lê ne pêkan e ku di van rojan de hilbijartin bên kirin.”

"Çima ne gengaz e?" Gezîcî wiha berdewam kir:

“Berî her tiştî ew naxwazin ciwan dengê xwe bidin. Di 18ê Hezîranê de ciwan dikarin bi tevlîbûnek mezin biçin ser sindoqan. Lewma di meha Hezîranê de hilbijartin nayê kirin. Hikûmetê beriya her hilbijartinê qanûna hilbijartinê guhert. Yanî ji sala 2014an û vir ve beriya her hilbijartinê bi guhertina sîstemê bi pêş ket.

Di vê hilbijartinê de hejmara xwendekarên ku li zanîngehê dixwînin 8 milyon e. Ji wan, nêzîkî 3 mîlyon lîsans in, û nêzîkî 2,5 mîlyon jî wê cara yekem deng bidin. Ez bibêjim ku 2,5 mîlyon bi qasî 3-4 xalan e.

"Hikûmetê qanûna rûniştinê derxist"

Ji ber ku hikûmetê qanûn derxist ev xwendekar wê nikaribin dengê xwe bidin. Berê ger navê te ne di lîsteyê de bûya, di nava 10-15 rojan de di lîsteyê de dihat guherandin û deng dihat dayîn. Lê ev ji holê hat rakirin û 3 meh berê şertê rûniştina li xaniyê xwe hate danîn.

Em bêjin apê Mistefa yê li Colemêrgê dijî, 2 meh beriya hilbijartinê li Enqereyê hatiye wezîfedarkirin, ev kes nikare dengê xwe bide. Mînak zarokekî ku li Stenbolê dixwîne çûye Îzmîrê û eger cihê îqameyê negirtibe nikare dengê xwe bide.”

'Rêjeya ciwanên dengê xwe didin AKPê gelekî kêm e'

Gezîcî derbarê îhtimala hilbijartina meha Gulanê de jî got, "Eger hilbijartin di meha Gulanê de be, divê di nava vê mehê de cih bigirin, eger hilbijartin di meha Nîsanê de be, wê nikaribin dengê xwe bidin."

Mûrat Gezîcî ku rêjeya tercîha ciwanan a ji bo desthilatdariyê eşkere kir û got, “Rêjeya dengên ciwanan ên dengê xwe didin AKPê gelekî kêm e. Ji ber ku hikûmetê ev kom weke koma herî dijwar a hilbijêran dît û di qanihkirinê de zehmetî kişand, dest bi xerckirina enerjiya xwe kir. Di pêvajoyeke ku li Tirkiyeyê demokrasi, burokrasî û huqûq hatiye daliqandin de hûn nikarin xwe bigihînin ciwanan. Soz û sozên we, wê pûç bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin