PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, di hevdîtina bi vîdeo konferansê de ligel rayedarên hikûmetê axivî. Putin di axaftina xwe de bang li Alîkarê Serokwezîr Denis Manturov kir û bi gotinên rexneyî ew hişyar kirin.
Hevdîtina Vladimir Putin a bi rayedarên hikûmetê re ku di li ser medyaya civakî re hat parvekirin. Di wan vîdeoyan de hat dîtin ku Putin rexne li Cîgirê Serokwezîr Denis Manturov dike.
Hat diyarkirin ku helwesta tund a Putin a li dijî Manturov ku di heman demê de Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiya Rusyayê ye, ji ber ku "peywira xwe pêk nehaniye" derketiye pêş.
Hat dîtin ku Serokê Dewleta Rusyayê, bi Manturov fenên xwe dike û dibêje: “Denis Valentinovich, her tiştê te amade ye, lê peyman tuneye. Ez ji te re dibêjim. Ez dizanim ku peyman tuneye. Tu çima wekî xêtikan dilîzî? Peyman dê kengî bê çêkirin? Rêveberên kompaniyê, ji min re dibêjin peyman tuneye.”
Manturov hatibû peywirdarkirin ku bi kompaniya asîmanî ya dewletê Aeroflot re peymaneke bi nirxê 175 milyar ruble tekûz bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin