Erebistan: Wê veberhênerên me Herêma Kurdistanê ziyaret bikin

Erebistan: Wê veberhênerên me Herêma Kurdistanê ziyaret bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li welatê Îsviçre di çarçoveya Forma Aborî ya Dinyayê de, xebatên xwe yên dîplomatîk dimeşîne. Îro Barzanî bi wezîrê veberhênanê yê Erebistana Si’ûdiyê bi Xalid el Falih re hevdîtinekî pêk anî. Di hevdîtinê de her dû teref li ser mijara aboriyê û seha veberhênanê rawestiyan.

Wezîrê Erebsitanê El-Falih ragihand ku wê di nêz de heyetekî di asta bilind de ya ji veberhêneran pêk were dê seredana Iraqê û Herêma Kurdistanê bike. Wê heyet li ser derfetên veberhênan û pêşdebirina bazirganiyê bi Iraqê û Kurdistanê re xebatê bike.

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî behsa bernama kabîna xwe ya ji bo zêdekirina hilberîna cûreyên dahatan, behsa biryarên ku giraniya xwe bidin ser çandiniyê û sanayiyê û ji bo veberhênerên biyanî û xwecîh hêsankariyê çawa çêbikin kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin