PeyamaKurd – Li Kurdistanê li devera Hewremanê li aliyê Îranê di encama êrîşa hêzên Îranê yên çekdarî de ji bo ser kolberan, 5 kolber birîndar bûn. Ragihandin ji aliyê rêxistina mafên mirovan ji aliyê Hengawê de hat kirin.
Lê çend roj berê berdevkê hukumeta Îranê Ali Bahaduri ragihandibû ku hukumeta Îranê kolberan weka kesên karê qaçax dikin nabîne û wan destek dike. Li gor rêjeyên Hengawê; di sala 2022an de hêzên Îranê 209 caran bi sîlihan li kolberan xistine. Di encamê de 33 kolber hatine kuştin û 176 kolberan birîndar kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin