PeyamaKurd – Serdana Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a Almanyayê hat betalkirin.
Li gor zanyariyan, biryar bû Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan roja Şemiyê 27ê Çileyê serdana Berlînê bikira, lê Erdogan çûyîna Berlînê betal kir.
Nûçeyên medyaya Almanyayê diyar dikin, Şewirmendên Serokwezîrê Almanyayê û Serokomarê Tirkiyê li ser dem û naveroka serdanê lihev nekirine û ji ber vê yekê serdan hatiye hilweşandin.
Roja 13ê Çileya 2023an Parlamenterê AK-Partiyê Mustafa Açıkgoz li bajarê Neussê yê Almanyayê serdana malbendekê nêzikî MHPê kiribû û gotibû, ew ê alîgirên PKK û Tevgera Fetullah Gulen jinav bibin. Ev daxuyanî ji aliyê Wezareta Derve ya Almanyayê ve hatibû şermezarkirin.
Herwiha rojanameya Frankfurter Rundschau dibêje, AK-Partî serdanên xwe yên welatên derve ji bo bangeşeyên hilbijartinê bikar tîne, lê li gor yasayên Almanyayê, ji bo çalakî û kombûn beriya werin kirin, divê sazî û dezgehên fermî yên Almanyayê were agahdarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin