PeyamaKurd - Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezaya sê parlementerên HDPê erê kir lê cizayê 18 salan ê ji bo Parlementerê Wanê Tayip Temel hatibû dayîn red kir.
Ji ber doza Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo Parlementerên HDPê Pero Dûndar û Musa Farisoglullari 9 sal û ji bo parlementera HDPê û Hevseroka KCDê Leyla Gûvenê jî 6 sal û 3 meh cezaya girtîgehê hatibû dayîn.
Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezaya her sê parlementeran pesend kir, lê cizayê 18 salanê ji bo Parlementerê HDPê yê Wanê Tayip Temel hatibû dayîn, red kir.
Dadgeh herwiha ji nava 154 siyasetmedaran, cizayê 118 kesan jî pesend kir û yên 36 kesên din red kir. Cizaya 21 salan ê Hevserokê berê yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek jî hat pesendkirin.
Doza KCKê di sala 2009an de piştî hilbijartinên herêmî dest pê kiribû û 189 siyasetmedar, rewşenbîr û çalakvan hatibûn dadgehkirin û cizaya 109 salan û 10 meh û 22 rojan bo wan hatibû dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin