PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şevê din agir bi Kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ket.
Li gorî zanyariyên xwecihî, agir bi konekî koçberan ketiye û 5 konên din jî şewitîne.
Hat diyarkirin ku di şewatê de 2 zarokên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dane.
Li Kampa Waşûkanî koçberên bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê Tirkiye û komên çekdar ve hatibû dagirkirin dimînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin