PeyamaKurd – Hevserokên berê yên rêxistina Qersê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Gezici û Ekrem Bingul hatin girtin.
Berî niha 27ê Mijdara 2021ê li parêzgeha Qersê polîsan girtibû ser hejmareke navnîşan û di encamê de du hevserokên berê yên bajar yê HDPê Ayhan Gezici, Ekrem Bingul, Onur Menguoglu û Osman Ayag desteser kiribûn.
Li gor zanyariyan, piştî karûbarê yasayî yê van 4 kesan, li Rêveberiya Emnî ya Qersê bi dawî bûye bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” bo dadgehê hatine şandin.
Dadgehê derbarê her du hevserokên berê biryara girtinê da û her du kesên din yên bi navê Onur Menguoglu û Osman Ayag jî bi merca kontrola edlî berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin