PeyamaKurd - Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê bi 6 helîkopteran 40 girtiyên DAIŞê bo baregeha Şedadîyê hatin veguhestin.
Li gorî nûçeya Ajansa Fermî ya Sûriyê SANAyê hêzên Amerîkayê bi 6 helîkopteran ji girtîgeha Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) a rojhilatê Hesekê ya el-Hulê veguhestin baregeha Şedadîyê û li wir bicih kirin.
Çavkaniyên herêmê jî diyar kirine ku di nav terorîstên hatine veguhestin de, berpirsên DAIŞî yên bi navê ‘Ebu Seyf Iraqî’, Ziyad Idrisê bi nasnavê ‘Ebu Bekir Firatî’, DAIŞîyekî iraqî Necdet Mesud Riza û du terorîstên din ên iraqî jî hebûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin