PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di derbarê 7 kesên ku di leyztika Amedspor û Bursasporê de Ala Kurdistanê berz kiribû û drûşma “Bijî Kurdistan”ê qêriyabûn de biryareke îstîsna da.
Serdozgeriya Amedê berzkirina ala Kurdistan û drûşma 'Bijî Kurdistan'ê wek tawan nedît û di derbarê lêpirsînê de biryara neşopandinê da û dosyayê betal kir.
Dozgeriyê di biryara xwe de bi bîr xist ku ev al a Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye û ti bingeheke yasayî ya tawanbarkirinê ya vê lêpirsînê tune ye.
Di biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê de dozgeriyê balê kêşaye ser xala 3713yan a tawanê propagandayê û gotiye ji bo tawanbarkirinê pêwist e li ser navê rêxistinekê tundî, zordarî û handana tundiyê hebe û wiha gotiye:
“Lê di vê bûyera berbiçav de tu hêmaneke tawanî nehatiye dûpatkirin û bingeheke yasayî ya tawanî pêk nehatiye. Ji ber vê çendê biryar ev e ku ev dosya neyê şopandin.”
25ê Îlona 2022yan de li Stadyûma Amedê, di leyztika Amedspor û Bursasporê de alên Kurdistanê hatibûn berzkirin û dirûşma “Bijî Kurdistan”ê hatibû qêrîn.
Piştî ku ew dîmen di medyayê de belav bûn di derbarê 7 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û 5 ji wan hatibûn desteserkirin û ev 5 kes jî bi şertê kontrola dadî serbest hatibûn berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin