PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Misrê ragihand ku wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu roja şemiyê seredana Qahîre dike û ev nîşana danîna tekiliyên her dû welatan ya ji nûh de ye. Berdevkê wezareta karên derve yê Misrê Ahmed Ebu Zeyd li ser seredana Çavuşoğlu ragihandinekî nivîskî kir. Di ragihandinê de hat gotin:
“Seredana ku wê wezîrê karên derve yê Tirkiyê bike, normalîzekirina tekiliyên di navbera her dû welatan, diyaloga ku wê di navbera her dû dewletan de bê danîn, pir rengîne û wê di mijarên herêmî û navdewletî de be. Ev destpêka diyalogê ye.
Hevdîtinên me li gor berjewendiyên her dû milletên bira tên kirin. Piştî hevdîtina her dû wezîran wê heyetên me lihev bicivin û paşî derkevin ber çapemeniyê.”
Piştî 11 salan cara yekeme ku di asta wezîran de Misir û Tirkiye lihev dicivin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin