PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar diyar kir, wan daxwaza Amerîkayê ya ji bo paşxistina rêkeftina S-400an qebûl nekiriye û xwe ji bo dorpêçên Amerîkayê amade dikin.
Akar li Enqere bi nûnerên medya Tirkiyê re civiya û da zanîn, ew ti pêwendiyê di navbera rêkeftina S-400 û nedana balefirên F-35 de nabînin û di rêkeftinê de jî xaleke wiha nîne.
Akar got, heta niha 4 balefirên F-35 radestî wan hatine kirin û 47 leşker û pîlot jî li Amerîka li ser wan perwerde dibin û meha Mijdara bê dê yekemîn firoke bigihe Tirkiyê.
Hulusî Akar diyar kir, Amerîka ji Tirkiyê xwestiye ku kirîna S-400 paş bixe, lê ew jî dibêjin rêkeftin temam bûye û îmze hatine avêtin, weger jê nîne û bi Rûsyayê re jî pêwendiyên wan baş in.
Wezîrê tirk da xuyakirin, Tirkiye di vê çarçoveyê de bo dorpêçên Amerîka jî amadekariyên xwe kirine.
Herwiha îro piştî nûçeyên mohletdayîna Amerîkayê ji bo Tirkiye ji kirîna S-400an vegere Kremlînê jî daxuyanî da. Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got, ew rêkeftina bi Tirkiyê re hatiye temamkirin û ew bi nerênî li helwesta Amerîkayê dinêrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin