PeyamaKurd- Çapemeniya Fransayê ragihand ku wê kesên “êlek zer” roja şemiyê di xwepêşanan de, dikaribin teşebusa derbê li Macron bikin. Li gor ragihandina çapemeniyê, wê xwepêşandêrên çekdar êrîşê bikin ser endamên parlementoyê, temsîlkarên hukumetê, serokkomariyê, hêzên asayîşê û kuştinan bikin.
Çapemeniya Fransayê weka çavkanî qesra serokkomariyê an ji qesrê hinekan çavkanî nîşan da lê nav neda. Tenê agahiya ku hat dayîn wehaye:
“ Sebebên me hene ku em ji şiddetê bitirsin. Wê çend hezar xwepêşandêrên har werin da Parîsê xerab bikin û kuştinan bikin.”
Di nûçeyan de hat gotin ku berpirsên îstîxbaratê hişyarî dane Koşka Elysee û gotine ku wê xwepêşandêr êrîş bikin ser endamên parlementoyê, rêvebirên hukumetê, serokkomariyê û hêzên asayîşê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin