"Îsraîl wê timî li Girên Golanê bimîne"

"Îsraîl wê timî li Girên Golanê bimîne"

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku rêveberiya Washingtonê îsal li dijî biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku dagirkirina Girên Golanê şermezar dike, derket.

Netanyahu di civîna asayî ya kabîneyê ya hefteyê da axivî û diyar kir ku Balyozê Amerîkayê li Îsraîlê David Friedman beriya dengdayînê ew agahî dayê ku ew ê li dijî pêşnumaya li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku bi destê Îsraîlê dagirkirina Girên Golanê şermezar dike, deng bidin.

Netanyahu wiha axivî, "Îsraîl wê timî li Girên Golanê bimîne û Girên Golanê wê timî di destê me da bin."

Netanyahu herwiha spasiya Serokê Amerîkayê Trump û Nûnera Amerîkayê ya Mayînde li NYê Nikki Haleyê kir ku Amerîka ev cara yekemîn e li dijî biryara şermezarkirinê derdikeve.

Biryara Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ku bi destê Îsraîlê dagirkirina Girên Golanê şermezar dike, bi piştgiriya 150 welatî roja înê hatibû qebûlkirin. Amerîka û Îsraîl li dijî biryarê derketibûn, 14 welatên ku di navê da Awistralya, Kamerun û Kanada hene jî bêalî mabûn.

Girên Golanê ku xaka Sûriyeyê ye, ji 1967an vir ve di destê Îsraîlê de ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin