Iraq û Kurdistan li ser neftê bi Tirkiyê re lev hatin!

Iraq û Kurdistan li ser neftê bi Tirkiyê re lev hatin!

PeyamaKurd- Iraq di rojê de nêzîkî  30 hezar warîl neftê îxracî Îranê dike. Tê hêvîkirin ku heta 30ê Mijdarê Iraq wê hemî ticareta xwe ya bi Îranê re bide sekinandin.

Hat ragihandin ku Iraq û Kurdistanê li hev kirine ku nefta Kerkûkê di ser xeta Ceyhanê re îxracî Tirkiyê bikin.

Di derbarê mijarê de endamê Meclîsa Kerkûkê Muhammed Xizir ji çapemeniyê re axivî û got ku “hukûmeta navendî divîbû ku bi meclîsa bajêr bişêwire; lê belê wisa nebû. Heta niha nivîseke fermî negihaye me.

Li gorî erkdarên Iraqî, cihê ku nefta Kerkûkê bi ewlehî were firotin, Kurdistan e. Ji bo vê yekê jî bi erkdarên Kurdistanê re levhatinek çêkirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin