PeyamaKurd - Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li bajarê Serê Kaniyê piştî vekişîna hêzên Kurdî û derbasbûna çekdarên ser bi Tirkiyê ve, mal û milkên welatiyên Kurd talan dikin û herwiha dest bi ser xaniyên Kurdan de girin. Çavkaniyên xwecihî binpêkirin.
Hêzên Sûriya Demokrat (HSD) di çarçova rêkavtina Amerîka û Tirkiyê de berî çend rojan ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê vekişiyabûn.
Bi vekişîna şervanên Kurd, çekdarên opozîsyona Sûriyê ku navê, ‘Artêşa Niştimanî ya Sûriyê’ (SMO) li xwe kirine û Tirkiye piştevaniya wan dike, derbasî nav bajarê Serê Kaniyê bûbûn.
Ji bilî bêrêziya li termên şervan û xelkê sivîl û binpêkirinên mafên mirovan, çavkaniyên xwecihî aşkere kirin ku çekdar dest bi ser mal û milkê Kurdan de digirin, talan dikin û dişewitînin.
Li gor zanyariyên ku çavkaniyên xwecihî ragihandine, li qada Dîwan a Serê Kaniyê, çekdarên ser bi Tirkiyê ve dest danîne ser malên welatiyên Kurd ên bi navên Mihemed Axo, Eyûb Sîdo, Selah Silêman, Azad Eyane. Li heman taxê mala welatiyê Kurd ê bi navê Ataş El Beko ji aliyê çekdaran ve tiştên di malê de hatine talankirin û piştre ew mal hatiye şewitandin.
Herwiha li taxa Mihette ya Serê Kaniyê mala welatiyê bi navê Fûad Îbrahîm Paşa ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hatiye talankirin û dest bi ser wê malê de hatiye girtin.
Bi derbûsbûna wan grûpên çekdar bo nav bajar, kiryar û binpêkirinên li Efrîn û deverên din ên Kurdî li ser destê wan grûpan dubare bûn û proseya talan, dizî, kuştin, revandin û şewitandina mal û milkê welatiyên Kurd dest pê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin