Ji Baroya Diyarbekirê serlêdana Kurdî bo malpera Xizmetên Dînî

Dîroka weşanê :
Ji Baroya Diyarbekirê serlêdana Kurdî bo malpera Xizmetên Dînî

PeyamaKurd – Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Diyarbekirê, ji bo ku zimanê kurdî jî di malpera Midîriyeta Giştî ya Xizmetên Dînî de cih bigire, bi daxwaznameyekê serîlêdana îdarî kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Midîriyeta Giştî ya Xizmetên Dînê ya bi ser Serokatiya Karên Diyaneta Tirkiyeyê ye, xizmeta xwe bi 7 zimanan dike, lê belê, zimanê kurdî di nav wan zimanan de nîne.

Baroya Diyarbekirê di heman daxuyaniyê de got, “Ji bo Zimanê Kurdî di nav xizmetên Diyanetê de cîh bigire Komîsyona Zimanê Kurdî serîlêdana îdarî kir.”

Her wiha bal kêşa ser vê serîlêdana xwe û got: “Em ê şopdarê vê meselê bin.” 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin