Ji General Mezlûm yekem twît: Agirbest tê binpêkirin, berpirsiyariyên xwe bicih bînin

Dîroka weşanê :
Ji General Mezlûm yekem twît: Agirbest tê binpêkirin, berpirsiyariyên xwe bicih bînin

PeyamaKurd - Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ragihand, tevî ku Tirkiyê dawîbûna operasyonan ragihandiye cîhadiyê bi navê Artêşa Netewî yên girêdayî wan li eniya rojhilatê Serêkaniyê dest bi êrîşan kirine û hîn di binpêkirina agirbestê de berdewam in.

General Mezlûm Ebdî ev ragihandina xwe wekî yekem twîta xwe ya ku hesabê doh êvarî vekiribû de belav kir.

Ebdî herwiha bang li garantorên agirbestê (Amerîka-Rûsya) kir ku berpirsiyariya xwe bicih werînin û operasyonên Tirkiyê bidin rawestandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin