PeyamaKurd – Li gor zanyariyan, li Îranê teqînek pir mezin rû daye.
Li gor çavkaniyên xwecîh, teqîn, li depoyek gazê ya nêzî Serokatîya Berevaniya Îranê çêbûye.
Di ajanja nûçeyan ya Îranê Tesnîm de hatiye ragihandin, teqîn li herema leşkeri rû nedaye, li depoyek gazê ya nêzî Serokatiya Berevaniya Îranê pêk hatiye.
Di encama teqînê de ti kesan can nedaye û hat ragihandin ku ew ê daxuyanî di derbarê vê teqînê de ji aliye rayedaran vê bê dayîn.
Alîkarê Parêzgarê Tahranê Hamid Rıza Guderzi da zanîn ku li ser vê teqînî lêpirsîn daye destpêkirin..
Di heman deme de teqîna li bajarê Şîrazê di stûnên ceyranê de pêk hat agir derxist û hemû bajar tarî bû.
Piştî van bûyeran, di medya civakî de li hemberî Îranê weke êrîşek metirsîdar hat dîtin û metirsî bi mirovan re çêkir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin