Talîbanê bi cilûbergên leskerî û çekan ketina nav Lunaparkan qedexe kir!

Talîbanê bi cilûbergên leskerî û çekan ketina nav Lunaparkan qedexe kir!

PeyamaKurd – Tevgera Talîbanê ya deshilatdara welatê Afganistanê, ketina endamên wan bi cilûbergên leşkerî û çekan a nav Lunaparkan qedexe kir.

Berdevkê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd ragihandiye ku ji endamên Talîbanê re hatiye qedexekirin ku bi cilûbergên leşker, çek û wesatiyên leşkerî bikevin nav cihên şahiyê yên wekî Lunaparkan.

Herwiha Zabîhullah daye xuyakirin ku wê hemî endamên Talîbanê pabendî rênimayên li parkên şahiyan bibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021ê de dest danî ser rêveberiya Afganistanê, gelek endamên Talîban bi cilûbergên leşkerî ketibûn nav lunaparkan û kêf kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin