PeyamaKurd- Hikûmet Herêma Kurdistanê anîna xwendekarên ji ber vîrusa koronayê li derveyî welat asê mane, berdewam dike.
Hat ragihandin ku îro 15ê Tîrmehê, 54 xwendekarên li Zanîngehên Rûsyayê perwerde dibin, bi balafirekê bo Kurdistanê têne vegerandin.
Nûnerê xwendekaran Xoşmend Gerdî, da xuyakirin ku wê xwendekar ji Rûsyayê bigihin balafirxaneya Bexdayê û ji wir jî bi otobusên Nûnertiya Kurdistanê ya Iraqê dabîn dike bo Silêmanî û Hewlêrê werin veguhestin.
Hat diyarkirin ku ji wan xwendekaran 23 kes diçin Hewlêrê, 18 diçin Silêmaniyê û 9 xwendekar jî diçin Duhokê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji destpêka pandemiya koronayê ve, xwendekar û welatiyên li derve asê mane bi derfetên xwe vedigerîne Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin