48 sal berê li Tirkiyê lesker dest danî ser îdara Tirkiyê

48 sal berê li Tirkiyê lesker dest danî ser îdara Tirkiyê

PeyamaKurd- 48 sal berê li Tirkiyê serfermandariya Tirkiyê di bin serokatiya Menduh Tağmaç de muxtirayekî da hukumeta sîvîl û paşî dest danî ser îdara Tirkiyê. Di rojekî weka 12 ê adarê sala 1971an de leşker destdanî ser îdarê.

Zilma ser xelkê ya cendirmeyan, komandoyan û tîmên taybet berya derba 12 ê adarê û piştî wê nediqediya. Îşkence, lêdan, girtin gihabû heddê herî zêde. Milletê Kurd û Tirk perîşan bûbûn. Xortên zanîngehan dihatin girtin. 3 xortên çepgir hatin îdamkirin: Deniz Gezmiş, Huseyin İnan û Yusuf Aslan. Di nava wan de Yusuf Aslan ji bajarê Agiriyê bû û Kurd bû.

10 sal berya wê jî di 27 ê gulana 1960an de leşker dest danîbû ser îdarê û serokwezîr Adnan Menderes, wezîrê karên derve yê Fatin Rüştü Zorlu û wezîrê darayî Hasan Polatkan hatibûn îdamkirin.

Piştî 12 ê adara sala 1971an dadgehên leşkerî hatin danîn û girtiyên siyasî di wan de hatin darizandin. Di nava wan de rêxistinên Kurdan hebûn ku bi navê DDKO û KDP ê dihatin zanîn. Endamên van rêxistinan di nava TİP (Partiya Karkerên Tirkiyê) ê de bûn jî. Doz ji her sê rêxistinan dihatin meşandin. Hemû dozên Kurdan li dadgeha Diyarbekirê ya leşkerî ku ya fermandariya qolordûya 7emîn bû hatin komkirin û doza Kurdan ji yek noqteyekî dihat meşandin.

Di nava Kurdan de di encama darizandinan de ji 2.5 heya 24 salan ceza dane wan lê di sala 1974an de efû derket û hemû zîndanî karibûn derên derve.

Lê di sala 1980an de car din leşker dest danî ser îdarê û di 12 ê êlûnê de car din îdare ket destê leşker.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin