Hesda Sebiyê Amerîka tehdît kir

Hesda Sebiyê Amerîka tehdît kir

PeyamaKurd - Koma Esaîb Ehlil Heq ku di bin sîbera Heşda Şebiyê de cih digire, ji ber ku Amerîka ew xiste lîsteya terorê bertek nîşan da û Amerîka tehdît kir  

Bi rêveberiya Qays Xez Elî gruba Esaîb Ehlil Heq  daxuyaniyek belav kir û ragihand ku  Washingtona baweriya li hember xwe ya saheya navdewletî winda kiriye û dê bedêla vê siyaseta xwe bide.

Di daxuyaniyê de bangewazî li wezareta karên derve ya Iraqê tê kirin ku li hember balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê tiştên pêdivî pêk bîne.

Herwiha amaje bi vê yekê tê kirin ku ev biryara Amerîkayê destwerdan e di karûbarên Iraqê yên navxweyî de. Li gel vê ji hikûmeta Navendî ya Iraqê tê xwestin ku helwesta xwe nîşan bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin