PeyamaKurd - Berpirsê Lijneya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li nahiyeya Zumarê Hesen Xelo ragihand, ji ber valahiya ewlehiyê li Zûmarê terorîstên DAIŞê bi şev qaçaxçîtiya çekan dikin û hin kesên nenas bi hespan hatûçûnê di navbera gundên Zumarê de dikin.
Berpirsê PDKê li navçeya Zumarê Hesen Xelo dibêje, “Heta niha hin kes hene li devera Zumarê terorîstên DAIŞê ne û qaçaxçîtiya çekan dikin. Ew çek bermayên DAIŞê ne tên veguhestin û bi taybet li gundê Barzankê û gundê Girkavir ew kar tê kirin. Hîn hizrên terorîstan serê xelkê wan de heye. Li gor hin zanyariyan bi şev bi hespan hatûçûn tên kirin. Hîn diyar nîne çi kar bi wan hespan tê kirin, taybet jî navbera Beac heta digehe Zumarê xelkê bi çav dîtine ku bi hespan hatûçûnê dikin.”
Li gorî nûçeya BasNewsê Xelo diyar kiriye, berî çend rojan bi rêya Beac ber bi gundê Barzankî û gundê Girkavir hin çek hatine anîn û ew çek li nêzîk gundekî kurdan di nav destên wan de teqiya bûn.
Hêjayî gotinê ye, herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê mane di gefeke zêde ya terorîstên DAIŞê û hêzên Iraqî yên bi ser Îranê ve ne ku ev demek e dirêj e ji ber valahiya ewlehiyê êrîş li wan herêman têne kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin