Li Kongoyê qezayek çêbû: “50 kesî jiyana xwe ji dest da!”

Li Kongoyê qezayek çêbû: “50 kesî jiyana xwe ji dest da!”

PeyamaKurd- Li Komara Demokratîk a Kongoyê tangêreke neftbarkirî û qemyonek li hev ketin. Di encama qezayê de 50 kesî jiyana xwe ji dest da.

Di derbarê qezayê de Waliyê Eyaleta Navendî Atau Mabutuana daxuyaniyek da û wiha got: “Li nêzîkî gundê Mbupayê yê di navbera Paytext Kinşasa û Matadî de tangêreke neftbarkirî û qemyonek li hev qelibîn. Piştî qezayê, di navbera ajovanan de nîqaş çêbû. Di wê demê de ji tangêrê neft rijiyaye û di encamê de teqîn çêbûye. Di encama teqînê de herî kêm 50 kesî jiyana xwe ji dest da. Ji sedî zêdetir jî birîndar hene. Birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Erkdaran gotin ku em tirs dikin ku hijmara miriyan zêdetir bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin