PeyamaKurd – Li welatê Zelanda Nû li Girava Bakûr bi pileya 7.3 erdhej çêbû û rêvebirên welat hişyariya tsûnamiyê dan. Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya Amerîkayê di serî de pileya erdhejê weka 7.3 da lê paşî pileyê guhert û kir 6.9 pile.
Erdhej di binê erdê de di kûrahiya 10 km yan de çêbûye û piştî erdhejê bi pileya 5.4, 5, 5.2 û 4.7 erdhejên li pey hev çêbûn.
Di derbarê zerar û ziyanên mal û canî de ti agahî nehat dayîn lê bo xelk xwe ji peravên avê dûr bigre hişyarî hat dayîn da nekevin ber pêlên tsûnamiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin