Nêçîrvan Barzanî: Werin, em xewn û armancên sehîdan pêk bînin

Nêçîrvan Barzanî: Werin, em xewn û armancên sehîdan pêk bînin

PeyamaKurd- Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di salvegera 19emîn a teqînên 1ê Sibatê de peyamek belav kir û hem şehîdên bûyerê bi bîr hanî, hem jî hin peyamên siyasî dan.

Nêçîrvan Barzanî, di bîranîna salvegera 19emîn a teqînên 1ê Sibatê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek parve kir.

Serokê Herêma Kurdistanê, di peyama xwe de got,

“Em şehîdên 1ê Sibatê yên ku bê cudahî bûne qurbaniyên terorê, bi serbilindî bi bîr tînin. Silav li giyanên wan û malbatên wan ên serbilind. Werin em bi yekrêzî, tifaq û qebûlkirina hev û din û xewn û armancên şehîdan pêk bînin û em bi hev re xizmeta Kurdistanê bikin.”

Di merasima bibîranînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir, malbat û xizmên şehîdan û rayedarên partiyên siyasî û hikûmetê cih girtin.

Di 1ê Sibata 2004an de 2 teqînên mezin li baregehên PDKê û YNKê yên li Hewlêrê çêbûbûn û di encamê de 103 kes şehîd bûbûn û 246 kes jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin