NATO: Wê fisareke nedîtî li ser Pûtîn bê kirin!

NATO: Wê fisareke nedîtî li ser Pûtîn bê kirin!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, beriya civîna Wezîrên Derve yên NATOyê civîneke rojnamevanî li dar xist û derbarê êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê de ku ji 24ê Sibata borî ve berdewam dikin daxuyanî dan.

Stoltenberg, bal kişand ser dîmenên înfaz û tevkujiya sivîlan li bajarokê Bûça yê girêdayî paytexa Ukrayna Kîevê û got: “Wê welatên endamên NATOyê fişareke nedîtî li ser Pûtîn bikin.”

Stoltenberg ragihand ku ew dê piştevaniya Ukraynayê bi alavên pêşketî yên leşkerî bidomînin û diyar kir, ew li bendê ne Rûsya ji bo dagirkirina bi temamî ya herêma Donbasê êrîşên xwe zêdetir bike û pirekê di navbera wê herêmê û Qirimê de pêk bîne.

Herwiha Stoltenberg li ser dîmenên Bûçayê destnîşan kir: “Ev şer tawana Pûtîn e. Dîmenên ku ji Bûçayê hatine, hovîtiyeke ku bi deh salan Ewropayê şahidiya wê nekiriye ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin