PeyamaKurd – Dewriyeya hevbeş a Rûsya-Tirkiye li ser rêya M4ê rastî protestoyan hat û çekdarên HTŞê jî ketin dewrê û mudaxeleya artêşa Tirk a ser kesên protesto dikirin, asteng kirin.
Tirkiye û Rûsya di çarçoveya rêkeftin û agirbeta Idlibê ya 5ê Adarê li Moskowê hatibû ragihandin, li ser rêya M4ê dewriyeyên çavdêriyê yên hevbeş pêk tînin ku her car rastî protestoyan tên.
Di dewriyeya îro 13ê Nîsanê de jî pêşiya hêzên Tirk hat girtin û xelkê Idlibê yên alîgirên Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) dewriye protesto kirin.
Idlibiyên ku beriya niha jî li dijî dewriyeyan çalakiya rêbirînê li dar xistibûn, vê carê jî rêya Neyrap û derdora wê ya ya li ser rêya bejahî ya M4ê birîn.
Di dîmenên ku li ser medya civakî hatin parvekirin de tê dîtin ku li gundê Trûnbah kon hatine vedan e û rê li ber dewriyeyê hatiye birîn.
Dîsa di dîmenan de tê xuyakirin ku leşker û polîsên tirk bi mertal û çoyan mudaxaleyî idlibiyan dikin.
Di dîmenan de Idlibiyekî ku milekî wî tuneye ji polîsê Tirk re dibêje; ‘Êdî hûn ê nekujin, derên ji vir, ev ax axa me ye’. Dîmenên mudaxeleya polîsên tirk ji aliyê çekdarên HTŞê ve li ser medya civakî hatine belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin