PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, her kesê ku biryara hikûmetê ya qedexekirina çûnûhatinê binpê dike, wê were cezakirin.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, her kesê ku biryara derketina derve û qedexeya çûnûhatinê ya di çarçoveya pilana nehîştina nexweşiya Koronayê de hatiye dayîn, binpê bike, dê were cezakirin.
Wezaretê diyar kir, kî cara yekem wê biryarê binpê bike dê bi 100 hezar dînaran were sizadan, ger heman kes cara duyem wê biryarê binpê bike dê 5 rojan dest deynin ser otomobîla wî û 300 hezar dînar jî ceza bide.
Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Korona, qedexeya çûnûhatinê li nava bajarê Hewlêr û Silêmaniyê, bo 48 demjimêran û piştre bo 72 demjimêrên din dirêj kiribû ku roja Şemiyê qedexe destpê kiribû û sibe heta demjimêr 12:00 nîvê şevê bidawî dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin