PeyamaKurd - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi tundiya pileya 4.4 çêbû.
Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Tirkiyê li ser medya civakî ragihand ku îro 10ê Cotmehê li demjimêr 15:37an erdhejeke bi pileya 4,4 rû daye.
Hat diyarkirin ku navenda erdhejê devereke dikeve navbera navçeya Elbak û bajarê Marand ê Rojhilatê Kurdistanê ye.
AFADê daye zanîn ku kûrahiya erdhejê ji erdzemînê 7 kîlometre bûye.
Derbarê xisarên erdhejê de hîn ti agahî belav nebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin