Li gorî daneyên AFADê belav kirine, li navenda Dîgorê erdhejeke bi pileya 3,9 rû da. AFADê diyar kir ku erdhej li demjimêr 16.51ê di kûrahiya 13.4 kîlometran de rû daye.
Çavdêrxaniya Kandilli jî ragihandiye ku pileya erdhejê 4,0 e û navenda wê jî devera Sorkunlu a Dîgorê ye. Li gorî Kandilliyê kûrahiya erdhejê 5 kîlometre bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin